Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê ''Qeydeke Nû ya Bexdadî'' Weşand


Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ), tomareke dengî ya ku îdia dikin ku aîdî serokê wan Ebû Bekir El-Bexdadî ye, weşand.

Di tomara dengî de, dengekî ku dişibe yê Bexdadî dijî Koreya Bakur, Japonya û Amerîka gefan dixwe.

Di qeydê de, kesê ku diaxife qala Mûsilê, ku hêzên Îraqê di meha Tîrmehê de ji DAIŞ’ê sitandibû, dike.

Amerîka bo girtina Bexdadî 25,000,000 dolar pere dide, lê ew ji Tîrmeha 2014’an vir ve xuya nabe. Jiber vê ser saxbûn û kuştina Bexdadî tim nîqaş çêdibin.

Bexdadî, cara dawî li Mizgefta el-Nûrî ya Mûsilê xuya bûbû.

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Ryan Dillon ser pirseke derbarê qeyda dengî got ku ‘’heta ku em delîlekî ku kuştina Bexdadî piştrast dike dibînin, emê wî sax bihesibînin’’

Tomara ku ji malpereke nêzî DAIŞ'ê hat weşandin dengî 46 deqîqe ye. Rêxistina cîhadî ji Mijdara 2016’an vir ve cara yekê ye ku qeydeke dengî diweşîne.

Kesê di qeydê de diaxife, qala şerê li Reqa, Hema û Sirte jî dike û dibêje ‘’ewê bedela vê xwînê hebe’’. Di qeydê de herwiha danûsitandên bo aştîyê li Sûrîyê, ku Rûsya navbeynkarîyê dike, hatiye nirxandin.

Di piranîya qeydê de referansên olî hene.

Tê texmîn kir kirin ku Bexdadî, li herêmeke li sînorê Îraq û Sûrîyê xwe vedişêre û pir kêm kes cîhê wî dizanin.

XS
SM
MD
LG