Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Qibrisî Danûstandinên Ser Krîza Aborîyê Dikin


Rêberên Qibrisê îro Çarşemê rûniştineke awarte lidar xistin piştî ku parlemanê do Sêşemê bi piranî planeke deynkirinê red kir.

Hevdem, Dêra Ortadoks ya Qibrisê jî mulk û diravên kenîseyê wek alîkarî pêkşêşî hikûmetê kir.

Qeşeyê Dêra Ortadoks ya Qibrisê Chrysostomos îro Çarşemê got, kenîse amade ye pereyên xwe bi deyn bide hikûmetê. Ev gotina wê piştî kombûnekê ligel Serok Nikos Anastasiades hate dayîn.

Do Sêşemê qanûndaneran planek qerzkirinê ya 13 mîlyar dolar bi piranî red kir. Biryar bû ku ew pere ji kesên xwedî hesabên bankê wekî bac were birîn.

Dengdana Sêşemê çarenivîsa darayî ya Qibrisê dixîne cihê şik û gumanan. Îhtîmal heye ku ev dengdan bibe sedema dawîhatina endamtîya Qibrisê li herêma diravî ya Ewropayê.
XS
SM
MD
LG