Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qibris Soz Dide ku li Eurozone Bimîne


Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades
Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades
Serokê Qibrisê dibêje, welatê wî dê dest ji dirava hevbeş ya Ewropî bernede.

Nicos Anastasiades îro Înîyê li konferanseke karmendên dewletê, li paytaxt Nicosia got, nîyeta Qibrusê tune ye ku dest ji dirava hevpişk Euro berde.

Şîroveyên Serok Anastasiades yek roj piştî ku bankayên wî welatî do Pêncşemê jinûve vebibûn, piştî ku bi qasî du hefteyan girtî mabûn.

Bankayên Qibrisê ji 16'ê Adarê vir ve girtî bûn, dema hikûmetê danûstandinan dikir ku ji Bankaya Navendî ya Ewropa û Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) alîkarîya diravî wergire û rê li ber îflasê bigire.

Wek şertekê ji paketa alîkarîya Ewropî, hikûmeta Qibrisî dest dana ser 40 ji sedê hesabên ku ji 130 hezar dolar pirtir in.
XS
SM
MD
LG