Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qibris, li Dijî Plana Tirkîyê Serî li Konseya Ewlekarî ya NY Dide


Wezîrê karên derve yê Qibrisê Nîkos Christodoulides
Wezîrê karên derve yê Qibrisê Nîkos Christodoulides

Dewleta Qibrisê îro Çarşemê dijî hikûmeta Qibris beşa Tirkiyê ku dixwaze herema Varosha(Maraş) ya geştiyarî ku vala ye bi qismî vebike, serî li Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî da.

Wezîrê karên derve yê Qibrisê Nîkos Christodoulides li ser mijarê axivî û got, "Ev binpêkirinek eşkere ya biryarên Konseya Ewlekarî ya NY ye û dê bandorek neyînî li ser hewlên jinûve destpêkirina gotûbêjan bike."

Hikûmeta Tirkên Qibrisê, ya ku Enqere piştgirîya wê dike, roja Sêşemê dîyar kirbû, ku ewê beşek Varosha(Maraş) bikeve bin kontrola sivîl û her wiha bo jinûve bicîhkirinê vekirî be.

Varosha(Maraş) niha herêmek leşkerî ye û berê hatibû gotin ku dê were radestkirinê Rûmên Qibrisê.

Ev daxuyanîya Tirkên Qibrisê bû sedema berteka tund ya bi hêrs ya hikûmeta Qibrisê ya ku di asta navneteweyî tê nas kirin.

Hevdem, welatên rojavayî, bi pêşengîya Amerîka dijî ev gava Tirkan derdikeve û Amerîka wek gaveke "nayê qebûl kirin" bi nav kir.

Nêzî 17.000 welatîyên Rûm yên Qibrisê yên li Varosha(Maraş) di Tebaxa 1974'an de jiber pêşveçûna hêzên Tirk revîyabûn.

Varosha ji wê demê vir ve vala ye, bi têlan û nîşanan ketina hindûrê heremê hatiye qedexe kirin.

Di biryarên NY de tê xwestin ku herêm were radestkirinê Rêvebirîya Neteweyên Yekbûyî.

Girava Qibrisê ya li rojhilatê Deryaya Sipî, di 1974'an de bi êrîşa Tirkîyê, hat perçe kirin. Hewldanên aştîyê yên gelek caran heya niha têk çûn.

Hejayê bal kişandinê ye ku serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan roja Seşemê di salvegara 47'an ya ragirtinê de serdana Bakurê Qibrisa Tirk kir û îro got ku tevahîya pêşnîyarên bilî çareserîya bi du dewletî têk çûne.

Rûmên Qibrisê çareserîya du-dewletî red dikin, jiber ku ewê statuyeke serwer bide dewleta veqetandî ya Qibrisa Tirk ku tenê Enqere nas dike.

XS
SM
MD
LG