Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Misirê ya Revandî li Qibrisê Dana


Zilamekî ku dibêje li ser wî qayişa xwekujî heye, firoka rêwîyan ya Misirî revand ku nav firokê de 55 kes hene, li Qibrisê dana.

Wezîrê Esmangarî yê Misirê Sherif Fathy got, piştî danûstandinan destûr hate dayîn ku bilî 7 kesan, hemî rêwî ji firokê derkevin. Firokevan û ekîba firokê û 3 rêwî hîn jî li nav firokê ne.

Fathy nasnameya êrîşvan eşkere nekir û dîyar kir ku daxwazên wî yên konkrît nebûne.

Serokê Qibrisê Nicos Anastasiades got, revandina firokê ne kiryareke bi terorîzmê girêdayî ye.

XS
SM
MD
LG