Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de Jimareke Kes li Misirê Hatine Kuştin


Polîsekî Misirî li pêş dêreke Qiptîyan

Wezerata Navxweyî ya Misirê ragihand ku di erîşekê da polîsek û 7 çekdarên gumanbar dawîya roja Sêşemê hatin kuştin.

Wezaretê da zanîn ku berî wê bûyerê wan derbarê hinek êrîşên di dema Paskalyayê de li dijî Krîstîyanên Qiptî agahdarî vergirtîbû.

Wezaretê bi berdevamî ragihand ku sê polîsên din jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyê da hat gotin ku wezaretê derbarê hucreyeke terorîstan agahdarî vergirtibû ku endamên wê îdeolojîya Tekfirî dihebînin û çend cîhên li rojhilat û başûrê Qahîrê, herwekî bingehên operasyonên terorîstî li dijî Krîstîyanên Qiptî di dema Hefteya Pîroz û Yekşema Paskalyayê da bi kar tînin.

Misir bêjeya Takfîrî jibo çekdarên Îslamî bi kar tîne ku ew qurbanên xwe herwekî kesên kafir tawanbar dikin.

Qiptî, ku bawerîya wan mezhebeke Ortodoks e, dora seda 10 ji 100 mîlyon pirtir niştecîyên Misirê pêk tînin. Ew civata Krîstîyanan ya herî mezin ya Rojhilata Navîn in û Paskalyayê di 19’ê Nîsanê de pîroz dikin.

Krîstîyanên Qiptî demeke dirêj e gilîyan ji zordestî û parastina lawaz dikin jiber ku li seranserê welêt pir caran êrîşên kujer li dijî wan têne kirin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku êrîşa herî dawî û mezin, ya ku Devleta Îslamî hildabû ser xwe di meha Sermawezê sala 2018’an de çêbûbû.

Çekdaran li nêzîkî Manastira St. Samuel ya 260 km başûrê Qahîrê êrîş biribûn ser du otobusan û 7 kes kuştîbûn û 18 jî birîndar kiribûn.

XS
SM
MD
LG