Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Qirgizîstanê Sadyr Japarov Wek Serokwezîr Bijart


Parlamentoya Qirgizîstanê

Parlamentoya Qirgizîstanê îro Çarşemê di dengdananeke dubare de sîyasetvanê neteweperverê tund Sadyr Japarov wek serokwezîr hilbijart.

Ev biryar jibo çareserîya krîza sîyasî ya li welatê Asya Navîn, ku hevbenda nêzîk ya Rûsya ye, gaveke girîng e.

Karbidestekî payebilind yê Kremlînê bi armanca bidawîkirina alozîyê seredana wî welatî kir ku alîkarîya rêberên xwecîhî bike.

Piştî ku serok Sooronbai Jeenbekov encama dengdana parlementoyê ya di 10' ê Cotmeh ê de bi sedema ku hin qanûndaneran bi rêya wekaletê dengên xwe bi kar anîne, betal kir parlemento neçar ma ku jibo erkdarkirina Japarov cara duya dengdanê bike.

Li Qirgizistanê hefteya borî di dema xwepêşandanên piştî hilbijartina parlamentoyê ya ku encamên fermî bo hevalbendên Jeenbekov serkeftinek berbiçav nîşan da, alîgirên Japarov ew ji girtîgehê azad kiribûn.

Lê, piştî komên opozîsyonê avahîyên dewletê û avahîya parlamanê ya li paytext Bîşkekê di 6'ê Cotmehê de xistin bin kontrola xwe, encamên hilbijartinê hatibû betal kirin.

Japarov bi tawanbarîya dîlgirtina karmendeke giştî ya di xwepêşandanek sala 2013'an de bo cezayake demdirêj li zindanê bû. Hefteya borî dadgeheke doza wî jinûve nirxand û cezaya wî betal kir.

Japarov niha hewce ye ku serokê Qirgizîstanê Jeenbekov dengdana parlamentoyê erê bike da ku bibe serokwezîr.

Serok Jeenbekov got ku piştî kabîneyeke nû bi qanûnî were erkdar kirin, ew amade ye ki karvekişina xwe ragihîne.

Li Qirgizîstana bi nifûsa 6.5 mîlyon mirovan, niha rewşa awarte heye, lê çend sed alîgirên Japarov li navenda Bîşkek qedexekirina xwepêşandanan protesto kirin û daxwaza karvekişina serok û hilweşina parlamentoyê kirin.

XS
SM
MD
LG