Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qirgizîstan Hilbijartinên Dîrokî Pêk Tîne


Karmendên hilbijartinê li navendeke dengdanê ya bajarê Osh'ê dengên karhatî dihejmerinn. Osh, başûra Qirgizîstanê, 10 Cotmeh 2010
Karmendên hilbijartinê li navendeke dengdanê ya bajarê Osh'ê dengên karhatî dihejmerinn. Osh, başûra Qirgizîstanê, 10 Cotmeh 2010

Navendên dengdanê li Qirgizîstanê hatine girtin, di hilbijartinên parlemanî de ku hikûmet hêvî dike aştî û aramî bîne welêt û dawî li tund û tûjîya heyî bîne.

Karbidestên hilbijartinê dibêjin, 2.8 mîlyon hilbijêrên giştî li wî welatî hene û % 43 ji wan dengên xwe bikar anîne.

Bêtirî 20 partî pişikdarîya dengdanê kirin, jibo hilbijartina 120 kûrsîyên perlamanî.

Seroka demkî Roza Otunbayeva ku dengê xwe li paytaxt Bîşkek kar anî, soz dabû ku hilbijartin zelal û adîlane bin.

Di referanduma Hazîranê de, dengdêrên Qirgiz destûra nû erê kirîbûn ku hêza serok hindiktir dike û pirtir desthilat dide parlemana hilbijartî.

Li gorî sîstema nû, parleman dê serowezîrekî nû hilbijêre û di pêkanîna hikûmeteke nû de roleke girîng bilîze.

XS
SM
MD
LG