Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî Qirkirina Hikûmetê Şermezar Dike


Opozîsyona Sûrî bi gotina wê “qirkirina mezin” şermezar dike ku hêzên hikûmeta Beşar Esed û dilsozên wî bajarekî bukurê rojava kirine û bi dehan kes tê de hatine kuştin.

Koalîsyona Netewî ya Sûrî îdîa kir ku hêzên dilsozî Esed rasterast di wê qirkirinê de cîh girtine û herî kêm 150 kes roja Pêncşemê li gundê Bayda şewitandine.

Hevalbendî dide zanîn ku di nav qurbanîyan de jin û zarok jî hene.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, di destê wê de belgeyên, bi kêmî ve kuştina 50 kesan hene.
XS
SM
MD
LG