Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundê Qitmê ya Efrînê Dîsa Dibe Armanca Êrîşên Muşekên Tundrêyan


Gundê Qitme
Gundê Qitme

Di berdewamîya armanckirina gundewarên Efrînê, îro Yekşemê careke din gundê Qitmê, yê girêdayî navçeya Şera li Efrînê bi neh muşekan armanc kir û zîyan gihîşte mal û mulkê welatîyan

Li gor xelkê gund, muşek ji gundê Merînê yê girêdayî Ezazê hatin avêtin û hemu bi ser malên welatîyan de ketin.

Jiber ku berî du rojan bi top hawanan avêtin gund, xelkê gund haje xwe kirin û di dibin malan da mabûn, loma tu zîyanên canî çênebûnkirin, lê hejmarek ji malên welatîyan hilweşîn.

Çar rojên xelkê gund di metirsîyê da ne ku careke din bin armanckirin, jiber wê yekê hejmarek ji wan, taybet jin û zarok ber vi gundên derdorî derdikevin.

Tê zanîn ku berî du rojan dîsa gundê Qitmê û Qestel Cindo û Baflonê hatin armanckirin û di encama topbarankirinê da, 17 welatî birîndar ketin.

Hêjayî gotinê ye, êrîşên li ser herêma Efrînê, nav hemleya ku ji alîyê komên tundrê va hatîya îlankirin, tê pêkanîn, jiber wê yekê gundewarên Efrînê bi top û muşekan tên armanckirin.

XS
SM
MD
LG