Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aysel Tugluk: Divê Tirkîye Sîyaseta Xwe ya Rojava Zela bike


Qamyonên alîkarîyê li bendê ne ku herin bin xetê Foto: DIHA
Tevgera Jinên Azad (DOKH), bi pêşengîya bajarvan û endamên meclisên jin yên şaredarîyên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) dest bi kampeyneke alîkarîyê kir, jibo pêdivîyên jin û zarokên Rojava.

Di encama van xebatan de 12 qamyon alîkarî hatin kom kirin. Ew alîkarî van lazimatîyan bişînin Rojava, çûn derîyê Sînor yê Şenyurt ya Qoserê (Kiziltepe). Lê, derî jibo hinartina alîkarîyan nehat vekirin.

Hevseroka Kongreya Civaka (KCD) Aysel Tugluk got “Haya karbidestên dewletê ji vê kampeynê heye. Wan digot ewê derî vekin, lê niha bersîva me jî nadin. Heta derî vebe, emê li vir bizava rûniştinê lidar bixin.”

Hêjayî gotinê ye BDP, KCD û rêxistinên sîvîl yên herêmê 4’ê Tebaxê jibo ku êrîşên El Nusrayê şermezar bikin û bale bikşînin ser vê rewşê, li Ceylanpinarê (Serêkanîya Ruhayê) xwepêşandanan bikin. Lê, wîlayeta Ruha yê van bizavan qedexe kir da rewşa ewlehîyê li ser sînor jibo bizavan ne musaît e.

Birêz Tugluk got, "Hun hem derî jibo alîkarîyên mirovahî digirin hem jî xwepêşandanên jibo piştgirîya Rojava qedexe dikin. Lê, ji alîyekî din ve, bang li serokê PYD’ê dikin, pe re diaxivin! Divê Tirkîye sîyaseta xwe zelal bike.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG