Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Amed û Qoserê de 8 Kuştî û 63 Birîndar Hene


Roja Çarşemê li Amedê li ber Pira Dehderî û li navçeya Mêrdînê Qoserê (Kiziltepe) li ber nexweşxanê du peqînên mezin çêbûn.

Li Amedê ji malbatek 5 kes, li Qoserê polîsek û 2 sîvîl jiayan xwe jidest dan. Di peqînê de li Amedê 5 polîs, 13 kes; li Qoserê 50 kes birîndar bûn ku rewşa 13 kesan giran e.

Her du peqîn jî bi wesayitên bombe barkirî hatine kirin û hat gotin ji dûr ve hatine

Malbata 5 endamên Yildirim ku bi eslê xwe ji gundek navçeya Erxenê ne, di dema peqînê di otomobîla xwe de bûn, hatin kuştin. Di nav wan de du zarok û sê jî jin hebûn.

Wezîrê Veguhestinê Ahmet Arslan got her du peqîn ji alîye PKKê ve hatîye kirin.

Partîyên Kurd HDP, PSK û PAK li dijî peqînan daxuyanî dan û û êrîşan şermezar kirin.

HDP got li ku dibe bila bibe ew êrîşên nav bajêr û sîvîlan şermezar dikin. Ew qebûl nakin ku peqîn bibin weke beşek jîyana rojane. Herwiha jibo rawestana şer, pevçûn, peqîn û kuştinan bang kirin da ku jibo muzakare destpêbikin.

Partîya Sosyalist ya Kurdistan (PSK) jî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir piştî rêvebirê KCKê Cemil Bayik di daxuyanîyek de gotîye ewê li bajaran jî dest bi şer bikin ev peqîn rû dan.

“Em çalakîyên çekdarî yên nav sîvîlan û daxuyanîyên KCKê yên dibin egera şîdetê şermezar dikin. Çareserîya pirsa kurd bi tunditujîyê çênabe. Ev daxûyanî û ev êrîş xizmeta doza Kurdan nake.”

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di daxuyanîya xwe de anî ziman êrîş ji kijan alîye hatibe kirin firq nake yekser li ser gele Kurd hatîye kirin.

“Êrîşên bi vî rengî dikin ku herêm û bajarê kurdan bibe warê alozîyê û bibe sedem ku gele me cî warê xwe biterikîne. Rêya tekane ya çareserîyê rêyên sîyasî ne, yên li derveyê wê zirarê dide ser tekoşina azadîyê ya gele Kurd. Divê derhal dest ji çalakîyên di nav sîvîl û bajaran werin berdan.”

Ji alîye dinê ve, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî di şeva dawî ya şahîya demokrasîye de li ber qesra serokkomarîyê axivî û daxuyanîya rêvebirê KCKê Cemîl Bayik bibîr xist.

“Li Qendilê dibêje emê şer ji çîyayan bînin bajaran. Ku hun hatin wunê bibinin. Nobeta xîyanetê ya rêxistinên terore bi dor e. Feto datîne PKK hiltîne, PKK datîne DAIŞ hiltîne. Terora van xayinan ji provaya dagirkerîya welat pêştir tiştek nîne.”

Hêjayî gotinê ye piştî peqîna li Amedê rojnamevan Sertaç Kayar ji Reuters, Hasan Akbaş, Firat Topal û Serpil Berk ji Evrenselê ji alîyê polîsan hatin desteser kirin.

KHF_8_11_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

XS
SM
MD
LG