Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê QSD: Nuçeyên Çavdêriya Surî Ser Şerên Eniya Hesekê Ne Rastin


Telal Silo Peyvdarê Hêzên Suriya Demokratîk

Çavdêriya Surî jibo mafên mirov di malpera xwe ya fermî de ragihand ku, şerên giran li gundewarên Hesekê di navbera Hêzên Suriya Demokrat û çekdarên Daiş ê de qewimîne.

Weke Çavdêrî dibêje çekdarên Daişê li eniya Sawda û Ebid di pêşketinê de ne, lê pêzanîn derheqî ziyanên giyan nehatine destnîşan kirin.

Di Peywendiyeke telofonî de peyvdarê QSD ê Telal Silo jibo Dengê Amerîka da xweyakirin, ku nûçeyên Çavdêriya Surî liser rewşa şer li gundewarên Hesekê ne rastin.

Telal Silo da zanîn ku, ev du roj in, li eniya gundewarên Hesekê bêdengî heye, çekdarên Daiş hîç êrîşek encam nedaye, Hêzên QSD ê ji, êrîş li dij çekdarên Daiş pêk ne anîne.

Silo herwiha got, mixabin Çavdêrî pêzanînên xwe ji çavkaniyên durî eniya şer û ji xelkê ne pispor distîne, di nûçeyên çavdêriyê de gelek şaşî hene jiber ku ew rasterast ne dinava buyeran û eniya şer de ne, weke peyvdarê Hêzên Suriya Demokratêk Telal Silo dibêje.

XS
SM
MD
LG