Qesra Buckingham îro Yekşemê ragihand ku Qralîçe Elizabeth ya Brîtanyayê bi nexweşîya COVID-19 ketîye lê tê çaverê kirin ku erkên xwe vê hefteyê bidomîne.
"Qralîçe îro bi COVID ketîye. Hinek nîşanên wekî yên grîpê li cem wê hene lê tê çaverê kirin ku erkên xwe bi awayekî sivik li Windsor vê hefteya bê berdewam bike," Qesra Buckingham di daxuyanîyekê de got.
Buckingham herwiha got ku ewê qralîçeya 95 salî li jêr çavdêrîya bijîşkan bimîne heta ku bi tevahî ji vîrûsa koronayê xelas bibe.
Kurê Qralîçe Elizabeth, Prens Charles yê 73 salî jî vê mehê bo cara duyê bi vîrûsa koronayê ket. Jêdreke Qesra Buckingham got ku çend rojan berê Charles bi COVID bikeve, wî dîya xwe dîtibû.