Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan: Herî Kêm 100 Hezar kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Çarşemê dibêje, pirtir ji 100 hezar kes, ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve, li Sûrîyê hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Londonê ye, hejmara herî nû ya kuştîyên nav şer û alozîyên 27 mehan de, wek 100.191 nîşan dide.

Serokê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan Ramî Abdulrahman got, bi nêrîna wî hejmara rastîn hîn zêde ye jiber ku her du alî jî hindabûnên xwe hindiktir nîşan didin.

Li gor rêxistinê, ji nav qûrbanîyan, 36.661 kes sîvîl in.

Demeke zûtir ya vê mehê, Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku 93.000 kes ji destpêbûna şer anku ji meha Adara 2011’ê vir ve jîyana xwe hinda kiribûn.
XS
SM
MD
LG