Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Bajarê Qusair ya Stratejîk Xist bin Kontrola Xwe


Leşkerên hikûmeta Sûrî li bajarê Qusair in
Artêşa hikûmeta Sûrî bajarê Qusair ya stratejîk jinûve xiste bin kontrola xwe û soza eciqandina serhildayên dijî Serok Beşar Esed da.

Artêşa Sûrî îro Çarşemê daxuyanîyekê weşand, piştî ku hêzên wê bi piştgirîya şervanên Hîzbullah yên ji Lubnanê operasyoneke sê hefteyî birêve bir ku bajar bigire bin kontrola xwe.

Daduyanî dibêje, destxistina bajêr mesajeke zelal e jibo wan kesên ku dijminîya Sûrîyê dikin.

Bajarê Qusair li ser otobaneke girîng e ku paytaxt Şamê bi Derava Derya Spî girê dide p herwiha nêzîkî sînora Lubnanê ye ku serhilda jibo qaçaxcîtîyê bikar tînin.
XS
SM
MD
LG