Piştî ku xelkê Bakûr û Rojhilat Sûriyê nerazîbûna xwe ji bo biriyara buhabûna sûtemenê bi tundî diyar kirin, û piştî ku xelk dakitin kolanan û xwepêşandan li darxistin .
Rêveberiya xweser ya Bakûr û Rojhilat Sûriyê îro roja Çarşem û li ser daxaza xelkê herêmê , di belevokeke nifiskî de ew biriyar betal kir û dê sotemenî li gor nirxê berê were firotan .
Dengê Amerîka nêrîna hin rûneştivanên Kobanê girt.
Kobanî dibêjin: Her kes zane ku ev biriyar ne di cîhê xwe de bû, û gelek aciz bûn di nav xelkê de cê bû, lê betal kirina biriyarê rihetiyek mezin di nav civakê de ava kir, ku li gor wan rihatî ne tenê ku nirxê sotemenê wek berê ma, lê guhdar kirina rêveberê li daxazên xelkê bû cîhê kêf xweşê, ku hat diyar kirin dengê gel dikare bighêje rayedaran .
Berî çend rojan rêveberiya giştî ya Bakûr-Rojhilat Sûriyê ji nişkê ve biriyara bilind kirina nirxê sotemenê ji raya giştî ra ragihand, lê ew biriyar rastî ne razîbûna xelkê hat, û li gelek deverên herêmê xwepêşandan hatin li darxistin, û piştî bûyerên ne razî bûnê rêveberê biriyar betal kir û ragihand ku dê nirxê sotemenê wek berê bimîn e.