Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Soza Çêtirkirina Rêya Sipî ya Alternatîfa M4 Dide


Rêya Sipî

Rêya Sipî ku bajarê Reqa bi Hesekê ve girêdide, di rojên dawî de bûye alternatîfa rêya M4 ya navdewletî ku niha di bin kontrola Tirkîyê ye.

Li gor plana Rêvebirîya Xweser divêbû Rêya Sipî, ku bakur û rojhilata Sûrîyê bi hev re girêdide, bihata nû kirin.

Ajokar nerazîbûna xwe ji derengketina çêtirkirina vê rêyê dîyar dikin û bal dikşînin ku bazirganîya herêmê niha li ser wê rêyê dimêşe ku dirêjîya wê 160 km ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku ji bilî bazirganîyê, tankerên petrolê û rêwîyên sîvîl jî vê rêkê bi kar tînin û jiber xirabûna wê, rêya 2 seatan pirtir ji 4 seatan dikşîne.

Hemwelatî Daxwaza Başkirina Rêya Sipî ya Navbera Reqa û Hesekê Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG