Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Agirbesteke Nû li Îdlibê Radigihîne


Kesên ku piştî êrîşên esmanî yên Rûsî li Îdlibl birîndar bûne

Rûsya îro Înê ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrîyê bo Îdlibê biryara agirbestê daye.

Navenda leşkerî ya Rûsî ya li Sûrîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku agirbest dê sibê Şemîyê destpê bike.

Rûsya bi berdewamî da zanîn ku agirbest li herêma ewle ya Îdlibê, bi awayekî yekalî hatiye ragihandin.

Îdlib li Sûrîyê herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û artêşa Sûrîyê ji meha Nîsanê vir ve dijî wir operasyonan li dar dixe.

XS
SM
MD
LG