Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya bi Bombeyên Hişyarîyê, Keştîya Şer ya Brîtanî ji Avên Qirimê Derdixe


Keştîya şer ya Brîtanî HMS Defender

Rûsyayê îro Çarşemê dîyar kir ku wê guleyên hişyarîyê reşandine û bombe avêtiye ser rêya keştîyeke şer ya Brîtanî da ku wê ji avên xwe derxîne.

Moskow li Deryaya Reş li ser beravên nîvgirava Qirimê mafê serwerîyê îda dike.

Wezareta Derve ya Rûsya derbazbûna keştîya şer ya Brîtanî li herêmê wek kiryarek "provakasyona eşkere" binav kir.

Brîtanya daxuyanîya Rûsyayê ya ser bûyerê red kir.

Brîtanya ragihand ku ew bawer dike ku gule bi sedema 'ceribandinên topbaranê' ya berê Rûsya agahdarî dabû hatine avêtin û her wiha ti bombebarankirin pêk nehatiye.

Lê, wê piştrast kir ku keştîya wê ya şer, HMS Defender, ji avên ku wek avên Ukrayna bi nav kir, derbaz bûye.

Wezareta Berevanîya Brîtanya li ser bûyerê daxuyanîyeke ragihand.

"Keştî di nav avên Ukrayna de, li gor qanûnên navneteweyî derbazbûnek bê tawan dikir ", wezaretê got.

Hevdem, wezaretê got ku ewê jiber bûyerê bangê balyozê Brîtanî bike.

Berdevkê Serokwezîr Boris Johnson jî got ku ne rast e ku keştîya wan hatiye gulebaran kirin yan jî ew di nav avên Rûsyayê de bû.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba got ku bûyer nîşan dide ku "sîyasetên êrîşker û provokatîf" yên Rusya li Deryaya Reş û yên li nêzî Deryaya Azov 'li ser Ukrayna û hevalbendên wê gefeke domdar pêk tîne".

Kuleba di twîtekê de, jibo bêtir hevkarîya di navbera NATO û Ukrayna de bang kir.

Welatên rojavayî vê heftê li Deryaya Reş ceribandinên leşkerî yên deryayî dikin.

Balyozxaneya Rûsya ya li Washington, çend saet berî bûyerê, bang li Amerîka û hevalbendan kiribû ku wan betal bikin.

Keştîya şer ya Brîtanî vê heftê serdana bendergeha Ukrayna ya li Odessa kir, ku li wir jibo alîkarîya pêşvexistina hêzên deryayî yên Ukrayna bi Brîtanya re peymanek hate îmza kirin.






XS
SM
MD
LG