Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereke Leşkerî ya Rûsî ji Hêla Azerbaycanê ve Hate Xistin


şerê navbera Azerbaycan û Ermenîstanê

Wezareta Berevanîya Rûsya îro Duşemê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya Rûsî li ser Ermenîstanê hatîye xistin, di encamê de du endamên timê hatine kuştîn û yek jî birîndar bûye.

Di daxuyanîyekê de, wezaretê got ku helîkopter bi êrîşa agir ya ji sîstemeke berevanîya hewayî ya guhêzbar li nêzî sînorê Azerbaycanê hatîye xistin.

Piştre, Wezareta Derve ya Azerbaycanê daxuyanîyeke weşand û qabîl kir ku hezên wan ew helîkopter xistine xwarê, û got ku ew qeza ye.

Ev bûyer dema ku şerê di navbera Ermenîstan, hevalbendek Rûsî, û Azerbaycan ya li ser serwerîya herema nakokî Qarabaxê didome, pêk hat.

Herema Nagorno-Qarabax ji alîyê civaka navneteweyî we wek beşekê Azerbaycan tê nasîn, lê piranîya nifûsê wê ji Ermenîyên etnîkî pêk tên û ji 1994'an vir ve, ji hêla wan ve tê kontrol kirin.

Hat ragihandin ku qeza li nêzê sînorê Komara Xweser ya Naxçîvan qewimîye, ku 70 kîlometre dûrî sînorê Qarabaxê ye.

Karbidestên Ermenîstanê gotin ku helîkopter li zozanê yên li nêzê gundê Yeraskh ketîye.

Rûsya tevî hevalbendîya leşkerî ya bi Ermenîstanê re gotibû heta ku axa Ermenîstanê bi xwe nabe armanca êrîşekê. ewê mudaxeleyî pevçûnê neke.


XS
SM
MD
LG