Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Piranya Dengan Kursiya Rûsyayê Ya li Civata Mafên Mirovan Hat Ragirtin


Russia Ukraine War Human Rights Council

Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê Rûsya ji kursîya wê ya Li Civata Mafên Mirovan ragirt, jiber ku banganavnetewî ya hovîtîyên ku li Ukrayna hatine kirin dike.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield, ev pêşniyarpirs di destpêka hefteyê de piştî tawankariyên ku leşkerên Rûs li taxa Bucha ya li herêmeke nêzî Kîevê sivîlên Ukraynayê êşkence kirine û kuştine, dabû nasandin.

Di Konseya Mafên Mirovan de biryara ku Rûsya ji kursiya wê dûr bixîne, bi 93 dengên erê, 24 li dijî û 58 dengên bêdeng hat derbaz kirin.

Endamên Encumena Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî ku tê payîn pîvanên mafên mirovan yên bilind bi cih bînin, ji bo xizmeta sê salan tên hilbijartin û piştî du serdeman li dû hev mafê wan yê ji nû ve hilbijartina lezgîn nîne.

Balyoz Linda Thomas-Greenfield di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de piştî dengdanê twîtek weşand û got "Ev rojek giring û dîrokyî" .

ê da zanîn û got, welatên ji çar aliyê cîhanê deng dan ku Rûsya ji Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) were sragirtin. Me bi hev re peyamek zelal şand ku dê Rûsya berpirsyar be.

Lîbya tekane welat e ku ji meclîsa ku ji 47 endaman pêk tê ya li Cenevreyê hatiye ragirtin. Ew welatê Efrîqaya Bakur li sala 2011'ê hatibû rawestandin piştî tundiyên mezin yên li dijî xwepêşanderan ji layê hêzên dilsozên rêberê wê demê Muamer Qezafî ve pêkhatbûn.

XS
SM
MD
LG