Berpirsekê Ukraynî roja Şemiyê got, hêzên Rûsî zêdetirî 12 wargeh li herêma Kherson ya başûrê Ukrayna kirin armanc, û droneke Rûsî li ambûlansekê xist û ajokarê wê birîndar kir.
Hêzên Rûsî herî kêm mûşekek Kruz û 11 dronên din li çar herêmên din li seranserê kirin armanc. Hêza hewayî ya Ukrayna îdia kir ku hemû hatine pûç kirin û hatine xistin.
Serê sibeya şemiyê, Ukrayna nêzîkî 20 dron avêtin armancên li herêmên sînorî yên Rûsyayê, û rayedarên rûsî îdîa kirin ku wan herî kêm 14 dron ji wan xistine.
Karbidestên Rûsî got, herî kêm 2 kes birîndar bûn, dema ku helîkoptereke Ukraynayî ya bê pîlot bombeyek avête herêma Kursk'ê.
Êrîşên hevdij yên dronan û êrîşên asmanî di navbera her du welatan de tên domkirin, dema ku hêzên Ukraynî hewl didin ku pêşkeftinên dijwar yên leşkerên Rûsî li çend deveran li ser
Fermandarên Ukrayna dibêjin, rewş li rojhilatê bajarê Pokrovsk ê yê li herêma Donetsk aloze e, herwiha li bajarê Chasiv Yar, li bakur, ku leşkerên Rûsî ber bi kanaleke avê ve çûne ku navçeya wê ya rojhilat ji bajarê sereke vediqetîne.
Di hevpeyvînekê de ku di 'The Guardian'ê de hate weşandin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Ukrayna, general Oleksandr Syrskiy, got ku rewşa qada şer "gelekî dijwar e".
Jêder: VOA