Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rûsî li Dij Serhildayan li Îdlibê Êrişên Giran Encam Dide


Arşîv: Dîmenek ji erişên dijî heremên li Îdlibê ku di bin kontrola serhildêyan

Firokên cengê yên Rûsî li herêma bakurê rojavayê Sûrîyê ku li jêr kontrola serhildêyan de ye, bombebaran kirin, ji destpêka peymana di navbera Tirkîyê û Rûsya de, ji şeş mehan û vir ve, ev erîşa herî mezin e.

Şahîd dibêjin, jetên şerker derûdorên rojavayê bajarê Îdlibê aramnc girtine û ji bingehên artêşa Sûrîyê yên nêz ve dijî herêma çiyayî Jabal al Zawya ya li başûrê Îdlibê topbarana giran pêk hatiye.

Heya niha derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine eşkere kirin. Mihemed Reşîd, karbidestê berê yê serhildêr got "Ev êrîş, ji destpêka peymana agirbestê û vir ve, êrişên herî giran in,"

Navendên şopandinê yên din jî dîyar kirin ku firokên Sukhoi yên Rûsî herêma Horsh û bajarokê Ereb Saîd, li rojavayê bajarê Îdlibê bomberan kirine.

Herwiha bomberana dronên bê nasname li du bajarên li deşta Sahel al-Ghab, li rojavayê herêma Hama, ku di bin kontrola serhildêyan de pêkahtine.

Di derbarê erîşan de ne ji Moskow ne jî arteşa Sûrî heya niha tu şîroveyek nehatiye kirin.

Dîplomatên rojavayî yên ku Sûrîyê dişopînin dibêjin Moskow di gera dawîn ya danûstandinên roja Çarşemê de zext li Enqereyê kiriye da ku hebûna xwe ya leşkerî ya berfireh ya li Îdlibê kêm bike.

Li gor çavkanîyên opozîsyonê ku bi arteşa Tirkîyê re di nava têkilîyê de ne, li dehan bingehan pirtirî deh hezar leşkerên Tirkîyê bi cih bûne.

Şahid dibêjin, di du hefteyên dawî de ji qereqolên artêşa Sûrîyê li dijî bingehên Tirkan car caran erişên topbarankirinê pêk tê. Serhildêr dibêjin ku arteşa Sûrîyê û milîsên hevalbendên wê leşkerên xwe li eniyên pêş kom dikirin.

XS
SM
MD
LG