Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Ew Amade Ye bi Her Serokekî Amerîka re Bixebite, Lê Piştî Encamên Fermî


Serokê Rûsya Vladimir Putin

Ajansên nûçeyan yên Rûsî ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Yekşemê dîyar kirîye ku ew amade ye bi her serokekî Amerîka re bixebite, piştî ragihandina encamên fermî ewê serokê qazanc kirî, pîroz bike.

"Emê bi her kesê ku bawerîya gelê Amerîkî dabîn bike bixebitin," Putîn di televîzyona dewletê de got.

Dema ku serok Donald Trump hewil dide ku têkçûna xweya hilbijartinê ya 3'ê Mijdarê ya li hemberî Serokê hilbijartî yê Demokrat Joe Biden bi serlêdanên qanûnî çareser bike, Vladimir Putin di derbarê vê peyvajoyê de şîrove nake.

Lê, Putin got ku pêwîste kesê serkeftî an ji alîyê partîya opozisyonê ve, ku divê serfirazîya hevrikên xwe qebûl bike an jî piştî ku encamên dawîn yên hilbijartinê bi rengeke rewa û qanûnî bêne pejirandin, were dîyar kirin û bi nav kirin.

Ev gotara Putin, piştî ragihandina berê ya Kremlin gotibû ku ewê li benda encamên fermî yên hilbijartina seroktîya Amerîka be, pêk hat.



XS
SM
MD
LG