Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîyên Rûsî Piranîya Firînên Havînê yên Tirkîyê Radiwestînin


Balafireke Kompanîya Aeroflot ya Rûsî

Kompanîya rewîtîya esmanî ya bi navê S7 Airlines ya Rûsî jî îro Sêşemê ragihand ku firînên xwe yên vê havînê yên Tirkîyê betal kiriye.

S7 Airlines got ku wan bi sedema nezelalîya ku kanîna wê ya firîna Tirkîyê, heya dawîya havînê hemî seferên Tirkiyê betal kirine.

"Emê amadebin ku firotinê jinûve bidin destpê kirin gava ku rewşa jiber pandemîyê aram bibe û firîn jinûve destpê bikin," S7 Airlines got.

Kompanîya Aeroflot jî roja Duşemê bi daxuyanîyekê biryara xwe ya betalkirina firînan, dîyar kir.

"Me firotin sekinand û jibo Hezîranê hemî firînên Tirkîyê betal kirin, da ku rêwî jiber îhtîma betalkirinan aciz nebin; bilî du firînên heftane ku ji hêla tîma vîrusa korona ve hatine destûr kirin," Aeroflot got.

Kompanî dibêjin ku jiber ku dema rakirina qedexeyên firînê yên dijî COVID-19 yên hikûmeta Rûsya ne zelal e, wan ev biryara girtine.

Çavkanîyek ji pişesazîya balafiran ji Reuters re got ku Rûsya biryar daye ku qedexeya firînên bo Tirkîyê heya 30'yê Hezîranê dirêj bike.

Lê, tîma vîrusa korona ya hikûmetê got ku ew nikare piştrast bike ku biryarek wisa hatiye dayîn.

Çavkanîyek cûda ji Reuters re got ku Moskow hêj biryar nedaye ku qedexeya firînên bo Tirkîyê, rake.

Li gor Komeleya Yekîtîya Rêvebirên Gerê yên Rûsyayê, di çaryeka yekê salê de nêzî 500,000 Rûs çûne Tirkîyê.

Tirkîyê her sal jibo bi mîlyonan turîstên Rûsî re cîhek sereke ya betlaneyê ye e.

Lê, biryara Moskowê ya sekinandina firînan heya 1'ê Hezîranê jiber zêdebûna hejmara pêketinên COVID-19 yê li wir darbeyek li pîşesaziya turizmê ya Tirkîyê xist.

Cem Polatoglu, berpirsê giştî yê Andiamo Tour yê li Stenbolê got ku bazarekê din ya wiha tuneye ku şûna Rûsan bigire.

" Biryara sekinandina firînan di demsala herî girîng ya Tîrmeh-Tebaxê de bi giranî firotanan bandor dike, " Polatoglu got.

Ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku Îbrahîm Kalin şêwirmendê sereke yê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Wezîrê Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy roja Duşemê li Rûsyayê bûn ku ser mijarên turîzm û şandina vaksînan nîqaş bikin.

"Em giheştin peymank da ku vaksîna Rûsî di zûtirîn dem de were Tirkîyê û her wiha gavên bo demsala turîzmê, destpêkirina firînan û zûtirkirina pêvajoyê werin avêtin," Kalin got.



XS
SM
MD
LG