Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje wê Keştîya Leşkerî ya Amerîkî ji Avên Xwê Dûr Xistiye


Keştîyeke leşkerî yê hêzên Deryayî yên Amerîka (Arşîv)

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê îro Înêyê ragihand ku keştîyên leşkerî yên artêşa wê, keştîyeke keşfê ya Amerîka di Deryaya Japonya de şopandiye û ji avên xwe dûr xistiye.

Wezaretê dîyar kir ku bûyer îro li Deryaya Japonya dema ku hêzên Deryayî yên Rûsya û Çînê dema ku rahênanên leşkerî dikirin, qewimîye, ku dora 50 deqîyan alozî berdewam kiriye.

Hevdem, Rûsyayê got ku keştîya Amerîkî hewl daye ku mafê serwerî ya avên Rusî binpê bike.

Ajansa nûçeyan ya RIA ya Rûsya ragihand ku wezareta berevanîya Rûsyayê gazî nûnerê artêşa Amerîkî ya li balyozxaneya wê li Moscow, kiriye.

Wezareta Rûsî, ev tevgera Amerîka rasterast rexne û şermazar kiriye.

Amerîkayê, heya niha di derbarê daxuyanîyên Rûsyayê yan jî li ser bûyerê ti ragihandin nedaye.


XS
SM
MD
LG