Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 24 Saetên Borî de 92 Kes jiber Korona li Rûsya Mirin


Navenda bersîvdana vîrusa korona li Rûsya îro Duşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 8,946 bûyerên pêketina koronayê hatine tomar kirin.

Navendê da zanîn ku hejmara giştî ya tûşbûnên korona li seranser Rûsya giheşt 353,427.

“Di nav şeva borî de 92 kesên din jiber korona jîyanên xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara giştî ya mirinên ji korna giheşt 3,633 kesan,” navendê bi berdemwî ragihand.

XS
SM
MD
LG