Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona li Rûsyayê ji ya Îtalya û Brîtanya Derbaz Kir


Ajansa Reutersê ku îro Duşemê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li Rûsyayê, ji ya Îtalya û Brîtanyayê derbaz bû û Rûsya di hejmara pêketîyan de bû welatê sêyan yê cîhanê.

Hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona bi rêjeyek mezin rabû û di 24 saetên dawî de rojane giheşte 11,656’an û hejmara fermî jî bû 221,344.

Ji hemû pêketî û mirinan nîvekê pirtir li Moskowê ne ku cîhê hêlîna nexweşîya Rûsya ye. Paytexta Rûsî îro di rojekê de 6,169 pêketîyên nû ragihandin û bi wî awayî hejmara fermî li Moskowê giheşte 115,909.

Navenda bersîvdana vîrusa koronay ya Rûsyayê jî 94 mirinên nû ragihandin û hejmara mirinan bi giştî giheşte 2,009. Bi wî awayî hejmara mirinan ji yên gelek welatan kêmtir e û rexnegiran derbarê wê guman hene.

Moskow û herêmên din yên Rûsyayê di hefteya heftan ya daxistinê de ne. Ji rûniştvanên paytextê re hatiye gotin ku ji bilî rewşên çûna derve yên wek kirîna xwarin û dermanan, li malên xwe da bimînin.

Pêwîst e ku her cîhekî hemwelatî biçin, bi maşîneyên giştî an jî yên şexsî, destûra dijîtaiwergirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku tenê Îspanya û Amerîka ji welatê herî mezin yê cîhanê pirtir pêketî tomar kirine.

XS
SM
MD
LG