Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje ku Rûsya Firokên Şerker Şandine Lîbya


Leşkerîya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku Rûsyayê balafirên şerker hinartine Lîbyayê ku piştgirîya şervanên kirêgirtî yên Rûsî bikin ku jibo hêzên Xelîfa Heftar şer dikin.

"Firokên leşkerî yên Rûsî dibe ku desteka esmanî û ya êrîşan dabîn bike," fermandarîya Amerîkayê ya li Afrîka di daxuyanîyekê de got.

“Firok ji bingehekê Rûsyayê, ji rêya Sûrîyê re hatine Lîbyayê. Li Sûrîyê boyaxê wan hatine guhertin ku neyê zanîn ew firokên Rûsî ne,” daxuyanîyê got.

Şerê navxweyî yê Lîbyayê hêzên herêmî û yên cîhanî kişandine nav xwe ku Neteweyên Yekbûyî dibêje hejmarek mezin çek û şervan jî hatine nav wî welatî û ew jî binpêkirina ambargoya çekan e.

Rûsya, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir piştgirî didin Artêşa Netewî ya Lîbyayê ya girêdayî Heftar ku li rojhilata Lîbyayê hatiye damezirandin.

Heman artêşê sala borî êrîşek biribû ser paytextê Trablusê ku wê bigire bin kontrola xwe.

Lê, di hefteyên dawî da Hikûmeta Peymana Netewî ya ku navnetewî tê nasîn, bi alîkarîyeka berketî ya Tirkîyê hêzên Heftar ji bingehên başûrê Trablusê û hinek cîhên li bakurê rojavayê Lîbyayê derxistibûn.

Amerîka heta niha di şerê Lîbyayê de roleke girîng nelîstîye, lê Washington di şerê berê de dema ku NATO alîkarî daye serhildayan ku serokê berê Muamer Qadafi ladin, roleke çalaktir bû.

Wezereta Parastinê ya Rûsî heta niha bersîva Reutersê re şêroveya ser mijarê bê bersîv hêlaye.

Şaredarê bajarokekî başûrê Trablusê roja Şemîyê ragihandibû ku şervanên Rûsî bi bi alîkarîya hevalbendên wan yên Lîbyayî ji bajarok hatin derxistin, piştî ku ew ji enîya şer ya Trablusê vekişîbûn.

XS
SM
MD
LG