Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Şandina Hêzên Leşkerî ji Lîbyayê re Red Dike


Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu û Xelîfa Heftar (Arşîv)

Rûsya îro Çarşemê ragihand ku raportên ku dibêjin Moskowê hêzên leşkerî şandine Lîbyayê ne rast in.

Cîgirê komîteya peywendîyên derve ya civata jorîn ya parlamana Rûsî Vladimir Dzhabarov got ku ti daxwaza şandina hêzên leşkerî ya ji Lîbyayê re nehatiye pêş wan.

Leşkerîya Amerîka roja Sêşemê ragihandibû ku Rûsyayê firokên şerker hinartine Lîbyayê ku piştgirîya şervanên kirêgirtî Rûsî bikin ku bo hêzên Xelîfa Heftar şer dikin.

XS
SM
MD
LG