Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Qanûnek ku Dikare Peymanên Navneteweyî Têk Bibe, Îmza Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin Sêşemê di derbarê peymanên navnetewî de qanûnek îmza kir.

Li gor qanûna nû, heke di rewşên ku bi qanûna bingehîn ya Rûsî re nakokî hebe, ewê biryarên qanûnên netewî yên Rûsî werin hesibandin.

Kremlin dîyar kir ku hemî berpirsîyarîyên Rûsya yên di bin peymanên navneteweyî de bi hêz dimînin û Moskow bi tevahî girêdayê yasaya navnetewî ye.

Lê, qanûna nû di nava parêzvanên mafên mirovan li Rûsya bû sedema fikaran.

Li Rûsya, her sal bi sedan kes jiber ku peyvajoya dadmendî ya Rûsya serîlêdanên wan tên red kirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa didin.

Serok Putîn cara yekê di axaftina xwe ya gotara salane ya di meha Rêbendana 2020'an de pêkanîna reforman pêşniyar kiribû.

Ev qanûna nû, yek ji guhertinên qanûnî û qanûna bingehîn e ku îsal hatine pejirandin.

Di nav wan qanûnan de, dema ku seroktîya Putin ya niha di 2024'an de bidawî dibe, qanûna ku destûrê dide wî ku du car din bibe serokê Rûsya.



XS
SM
MD
LG