Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Ukrayna Dîplomatên Hevûdin Dersînor Dikin


Alên Rûsya, Ukrayna û Yekîtîya Ewrupa
Alên Rûsya, Ukrayna û Yekîtîya Ewrupa

Rûsyayê îro Şemîyê dîplomatekî Ukraynî bi hewla bo destxistina agahdarîya nepenî tawanbar kir û ferman da ku berî 22'ê Nîsanê ji welêt derkeve.

Sazîya ewlehîya FSB ya Rûsî ragihand ku Oleksandr Sosoniuk dema hevdîtinek digel welatiyekî Rusî de dixwest ku ji bingeha pêkanîna qanûnên Rusî bigire,hatiye desteser kirin.

Wezareta karên derve yê Rûsya 72 seat dem da Sosoniuk da ku ji welat derkeve, wek bersîv Ukrayna jî jibo dîplomatek Rûsî yê li Kîevê heman biryar girt.

Wezareta Derve ya Ukrayna bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Sosoniuk bo çend demjimêran hatiye desteserkirin, piştre destûr daye hatin ku ew vegere balyozxaneya xwe ya li St Petersburg.

Herwiha, wezaretê desteserkirina Sosoniuk wek provakasyon bi nav kir.

"Em tawanbarîyên dijî karmendê konsolosxaneyê hatine kirin bi tevahî red dikin," wezaretê got.

Alozîya di navbera Moskova û Kîevê de jiber zêdebûna hejmara leşkerên Rûsî li ser sînor û pevçûnên li rojhilata Ukrayna di navbera artêş û cûdaxwazên ku alîgirên Rûsyayê ne, her diçe zêde dibe.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy roja Înêyê ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi Moskowê re zext kir.

XS
SM
MD
LG