Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Rêvebirîya Nû ya Amerîka û Guhertinên Pêşbîn


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê nû yê Amerîka Joe Biden di axaftina xwe ya sondxwarinê de roja Çarşemê banga yekîtîyê kir û got serkeftina li beramber astengîyên welêt pêwîstî bi vegera bo rêzgirtinê heye.

Biden, di roja xwe ya yekem de li Koşka Spî hin guhertin di siyasetên serokê berê yê Amerîka Donald Trump de çêkirin û gelek biryarên cîbicîkar li dor mijarên girêdayî siyaseta navxweyî û derve ya Amerîka îmza kirin.

Rêvebirîya Biden, li ser asta navxweyî, planeke berfereh ji bo rûbirûbûna vîrusa korona, dabînkirina piştgirîya darayî bo xelk û dezgehên Amerîkî, pîvanên rêgirtina li vîrusê, rewşa dibistanên Amerîka, bilezkirina proseya belavkirina vaksînên COVID-19 bo seranserî Amerîka û hin mijarên din ên navxweyî danîye.

Rêvebirîya nû, biryara Trump a qedexekirina rêwîtîya ji hin welatên Misilman rawestand û dê serederîyeke cîyawaz û nermtir bi koçberên ku bo demeke dirêj li Amerîka ne û daxwaza mafê penaberîyê kirine re, bi rê ve bibe.

Di derbarê sîyaset û hevalbendîyên derve ya Amerîka de, rêvebirîya Biden biryar da ku Amerîka vegera nava Rêxistina Cihanî ya Saxlemîyê û rêkeftina Parîs ya keşûhewayê û plan dike ku bi hêz careke din vegere nava hevalbendên xwe yên li seranserî cîhanê.

Lê li alîyekî din, rêvebirîya Biden dê ne her tişetekî Trump kiribû ji nav bibe, belê dê li ser hin mijarên ku Trump destpê kirî ava bike, wek pêkanîna rêkeftinên hin welatên Ereb ligel Îsraîlê.

Her hal mijar gelek in û pêşbînîya guhertinên bêhtir dibe.

Bernameya Hello Washington a vê hefteyê, vê mijarê bi du mêvanan re gotûbêj dike:

John Salih û Ezîz Osman
John Salih û Ezîz Osman

Rojnamevan û nivîskar John Salih ku li wîlayeta Virginia dimîne û Ezîz Osman, şîrovekarê siyasî ku li Brîtanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hello Washington 01-22-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:49 0:00


XS
SM
MD
LG