Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarîyê li Amerîka Nizimtir Dibe


Amerîkîyên ku li kar digerin ketine dorê ku formên xwe pêşkêş bikin. Bajarê New York, Amerîka
Amerîkîyên ku li kar digerin ketine dorê ku formên xwe pêşkêş bikin. Bajarê New York, Amerîka

Wezareta Kar ya Amerîka radigihîne ku rêjeya bêkarîyê li Amerîka nizimtir bû û meha çûyî kete 8.5 ji sedê.

Tê ragihandin, bi vê nizimbûnê, 200.000 karên nû peyda bûn.

Raporta îro Înê ya Wezareta Kar ya Amerîkî dibêje, rêjeya bêkarîyê li gorî meha 11, Mijdarê baştir bûye ku ev jî rewşa herî baş e, ji Şubata 2009’an vir ve.

Tevahîya karên ku nû peyda bûne, li sektora taybet pêk hatine, li vê demê ku hikûmetên eyaletan û yên xwecîhî 12.000 kar kêm kirine.

Rêjeya bilind ya bêkarîyê, di kempeyna seroktîyê ya vê salê de, yek ji kêşeyên herî girîng e.

XS
SM
MD
LG