Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Racî Bilecî: Hikûmeta Tirkîyê Naxwaze Komkujîyan Eşkere Bike


Diyarbekir
Diyarbekir

Di rojên dawî de, li gelek bajar û navçeyên başûr rojhelata Tirkiyê, ku bi giranî Kurd lê dijîn, Kolandina erdê tê kirin ku hestiyên mirovan tên dîtin. Roja Şemê li herêma Îçkale ya ser bi Dîyarbekirê ve, hestiyên çar kesên dî hatine dîtin ku wiha jimara mirovên heta nuha hestiyên wan hatine dîtin gihişte 19’ê.

Di hevpeyvîna ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Racî Bilecî, Serokê Komeleya Mafên Mirov Şaxê Dîyarbekirê, dide zanîn ku ev yek encama salên dirêj e ku JÎTEM’ê bi hezaran kes eşkence kiriye û gelek ji wan kuştine.

Birêz Bilecî her wiha behsa wê yekê dike ku hikûmeta Tirkîyê yekcar hewl nade ku van cihan bikole, ji ber ew baş dizane dê gelek hestiyên mirovên dî ji derkevin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe re fayla dengî li destê rastê kilîk bikin.

XS
SM
MD
LG