Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Îranê Dibêje Helîkoptera Reîsî jiber Şertên Hewayê û Giranîya Zêde Ketiye


Ajansa nîvfermî ya Îranê îro Çarşemê ragihand ku qezaya helîkoptera ku serokê berê Îbrahîm Reîsî tê de miribû, jiber şertên hewayê û giranîya zêde ya li helîkopterê çêbûye.

Ajansa Fars ew agahî ji zarê wan jêderên ewlekarîyê ragihand ku ji vekolîna ser qezayê agahdar in.

Artêşa Îranê meha Gulanê di rapora xwe ya pêşî de ragihandibû ku di ketina helîkopterê de ti nîyeta xirab û delîlên êrîşê nehatiye dîtin.

Ajansa nûçeyan ya Fars ji zarê jêderekî nav nehate eşkere kirin dîyar kir dawî li lêpîrsîna ser qezaya helîkopterê hatiye û delîlên piştrastkirî nîşan didin ku ketina helîkopterê qeza ye.

Heman jêder got ku hem jiber şertên xirab yên hewayê hem jî jiber ku helîkopterê nikanibûya bare giran rakira, li serê çîyayekî ketiye.

Li gor ragihandina wî jêderî vekolînan nîşan daye ku du kes ji kapasîteya helîkopterê zêdetir li wê siwar bûne.

Reîsî, ku sîyasetvanekê konservatîf bû, nêzî rêberê olî Ayetulah Alî Xamaneyî bû û li nêzî sînorê Azerbaycanê bi ketina helîkopterê miribû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG