Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Raporta Salane ya Mafên Mirovan de Rexne li Tirkîyê Tên Kirin


Wezareta Derve ya Amerîka Raporta Mafên Mirovan ya 2015’an bi bîragiştî re parve kir. Di raporta derheqa Tirkîyê de, li ser azadîya raman û serbûxwebûna dadwerîyê rexneyên giran li Enqerê tê kirin.

Di raporta îsal de herwiha operasyonên ewlehî yên hêzên dewletê li herêmên Kurdan tê rexne kirin û tê gotin ku sîvîlan li wê derê bi rêkûpekî nehatine parastin.

Di raportê de tê balkişandin ku gelek nûçe di medya de derketine ku sîvîl ji alîyê hêzên dewletê û PKK’ê ve hatine kuştin û birîndar kirin.

Di raportê de, ku ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ve hate eşkere kirin, girîngtirîn kêşeyên mafên mirovan li Tirkîyê di sê xalên serekî de hatine rêz kirin:

“Maytekirina hikûmetê ya ser azadîya raman”

“Qelsbûnên di sîstema dadwerîyê de”

“Bi têra xwe neparastina canê sîvîlan di operasyonên leşkerî de.”

Raporta ser Tirkîyê dide zanîn ku du hilbijartinên giştî yên salê dawî, bi bawerîya giştî, bê sextekarî derbaz bûne, lê êrîşên dema kempeyna hilbijartinê nehêlane ku partî û berbijar bi azadî xebatên xwe bikin.

Şerên dijwar yên navbera hêzên ewlekarîyê û şervanên PKK’ê di raportê de cîhekî fireh digire û tê gotin ku hêzên dewletê jiber êrîşên çekdarî yên PKK'ê dest bi operasyonên hember wê rêxistinê kirine, lê PKK jî bawer dike ku di peqîna Sirucê de tilîya dewletê heye.

Tê bîrxistin ku jibo hêsankirina operasyonên leşkerî, dewleta Tirkîye li jimareke bajaran biryara qedexeya derketina kolanan daye û di pevçûnan de gelek sîvîl hatine kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye ku raporta îsal ya derbarê Tirkîyê ji yên salên berê dirêjtir e û bi giştî 74 rûpel bo Tirkîyê hatiye veqetandin.

XS
SM
MD
LG