Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa Yekemîn Foruma Îslamî Hate Lidarxistin


Yekem foruma Îslamî dibin navê Peyama Nemir li bajarê Reqa ku DAIŞê wek paytexta xwe ragihandibû ji aliyê desteya kar û barên ola Îslamê ya bi ser Encûmana Reqa Sivîl de hate lidarxistin.

Li gor Ezîza Xenafir, hevseroka kar û barên olan ya rêveberiya Bakur Rojhilata Sûriyê ji Dengê Amerîka re ragihand ku "Îsalama rast doza pirensîpên mirovî dike."

Di dema Rêxistina DAIŞê de ku şêxek an miftiyek li gor Dewleta Îslamî kar neke an ramanên wan belav neke ,gefa serjêkirinê lê dihat xwerin ,û hemû şêx ,xetîb û miftî ên Îslama rast belavdikin ji mizgeftan û zanista Îslamê dûrdixistin.

Li gor Elî Nayêf Şi'êb, birêvebirê saziya kar û barên olî ya parêzgeha Reqa ji Dengê Amerîka re got ku di dema DAIŞê de, xitba ji bo xetîban dihate amadekirin.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/ Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00


XS
SM
MD
LG