Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Reqa ji Vegera Saziyên Ewlehiya Hikûmeta Sûriyê bi Tirs in


Bajarê Reqqa

Rêkeftina leşkerî di navbera Hêzên Sûriya Demoqiratîk û Hikûmeta Sûriyê de li cem welatiyên bajarê Reqa cihê razî bûne ye, bi tenê ji aliyê leşkerî de û belavbûna hêzên hikûmeta sûrî li ser sînorên Bakur Rojholatê Sûriyê, lê hejmara mezin ji welatiyên Reqa ne razî ne ku hikûmeta Sûriyê derbasî nav bajaran bibe.

Beşek din dibînin ku hikûmeta Sûrî ta niha li ser ramanên partiya yek û şimolî dijî,ew jî berevajî vîna gelê Sûriyê ye,ku tu caran nayê qebûl kirin ev hikûmeta bi vî rengî vegere .

Li gor Ebdelah Şiblî ji Dengê Amerîka re ragihand:Bi tenê pêwistiya rêveberiya Bakur rojhilatê Sûriyê bi saziyên xizmetkuzariyê heye .

Yek ji endamên partiya Sûriya Pêşerojê dibîne, ku tu bawerî bi systema Sûrî nemaye,dewleta ku xaka xwe û welatiyên xwe wek bercewendiya dirêjkirina desthilatdariyeke dîktetor bawerî pê nayê.

Li gor Îyad Xetîb ji Dengê Amerîka re ragihand:Dayîna derfetek din ji bo hikûmeta Sûriyê girtina rêye li pêş êrişa Tirkiyê ye.

Di rojên pêşê ji rêkeftina di navbera hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûriya Demoqiratîk de,xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî vegera hikûmeta Sûrî li Bakur Rojhilatê Sûriyê li bajarê Tepqa û Reqa hatine lidarxistin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG