Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa Kêmahîya Elektrîkê Jîyanê Dijwar Dike


Binsazîya Reqa ji şerê dirêj gelek zîyan dîtiye (Arşîv)

Rûniştvanên Reqa heta vê demê rûbirûyê kêmahîya elektrîkê ne jiber ku beşên mezin ji tora kehrebê yên hindurê bajêr wêran bûne.

Niha jenerator anku motorên çêkirina elektrîkê li hemî taxên Reqa hene, lê ew jî hin pirsgirêkên din li cem rûniştvanan derdixe: qutbûna kehreba motoran û bihabûna nirxê wê.

Berpirsên şaredariya bajarê Reqa dibêjin ku ew gelek alîkarî ji xwedîyê jeneratoran re pêşkêş dikin ku buhayê wê kêm bikin.

Karmendê bajarvanîya Reqa Ebdilrehman Hisên dibêje ku ew bi nirxekî erzan mazotê ji bazirganên jeneratoran re pêşkêş dikin.

“Li Reqa nêzî 200 ta 205 motorên çêkirina elektrîkê hene û em bi berdewamî alîkarîya xwedîyê wan motoran dikin. Kehreba Bendava Firatê gihiştiye hin taxên li qeraxa bajêr û alîyên berpirs hewil didin ku di demeke nêz de vê kehrebê bînin hemû taxan.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG