Nûçegihanê televîzyona Rûdawê Rawîn Stêrk û kameravan Mehmet Şirîn Akgun 29’ê Sibatê de dema rewşa penaberên li ser sînorê Yunanîstanê dişopandin, hatibûn binçav kirin.
Piştî binçavkirina her du rojnamêvanan Akgun berî du rojan hatibû berdan. Du caran dema binçavkirina Stêrk hatibû dirêj kirin û ew jiber lêpirsîneke ji Enqere re hatibûn şandin.
Dozgerîya Enqereyê piştî îfadeya Stêrk, jiber parvekirinên medya civakî bi tawana “propagandaya rêxistina terorê” daxwaza girtîna wî kiribû. Dadgehê îro bi heman tawanê biryara girtîna Stêrk da.
Stêrk di parastina xwe de got ku wî xebatên rojnamegerî kiriye û parvekirinên wî jî di vê çarçoveyê de ne.
Piştî biryara girtina Stêrk, ew ji girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê hate şandin.
Parêzerê wî Yusuf Dere ji Dengê Amerîka re got ku Stêrk di parvekirinên xwe de tiştekî wek suc were dîtin parve nekiriye.
“Stêrk jiber parvekirinên medya civakî yên ku li ser şerê navbera Tirkîyê û Sûrîyê û hêjmara leşkerên Tirk yên kuştî hat girtin. Herwiha parvekirina nûçeyên ji ajansên wek Reuters, Euronews, BBC yek ji sedema girtina Stêrk hatin nişandan. Jiber ku di nûçeyên xwe de behsa peyva Kurdistanê kiriye jî wek sedema girtinê hat dîyar kirin.”
Dere da zanîn ku ewê îtîraza biryara dadgehê bikin û jibo berdana Stêrk hewlên xwe yên hiqûqî zede bikin.