Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçegîhanê Rûdawê Rawîn Stêrk li Enqerê Hate Girtin


Kurdvîzyon Gundem

Nûçegîhanê Stenbolê yê kanala Rûdaw Rawîn Stêrk, ku roja Şemîyê bi kameravan Mehmet Şirin Akgun hatibû binçav kirin, îro hate girtin.

Sterk, di dema şopandina rewşa penaberên ser tixubê Yunanistanê de hatibû binçav kirin, Tevî ku Akgun hate berdan, Stêrk ji Enqerê re hatibû veguhastin û dema binçavkirina wî du car hatibû dirêj kirin.

Dadgehê di rûniştinê de îro Înê jiber parvekirinên Sterk yên ser medya civakî biryara girtina wî da.

Heta niha zelal nebûye ku hûrgilîyên parvekirinên wî yên medya civakî çi ne û rojnamevanê Kurd bi çi tê tawanbar kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG