Çavê hunermend dikare hûrbîniya tiştan bibîne û wan şîrove û dûbar bike, lê di dema ku çavê kamerê bibe ew çav, gelo çawa dikare temaşayî tiştan bike û wan ron û zelal bike?
Rawend Cewad, wênekêşekî kurd e û ji Herêma Kurdistana Îraqê ye. Ew li kamera xwe dinere wekû perçakî ji gewdê xwe, ku bi hêsanî dikare wê li dora xwe bilivîne û bikar bîne.
Rawend di salal 1986'an li Hewlêrê ji dayik bûye, ji sala 2009'an ve, dest bi karê wênekêşiyê kiriye û 5 çîrokên bi wêneyan çêkirine.
Niha Rawend wek penaber li Almanya dijî, lê di heman demê de wênekêşîyê berdewam dike û ta niha wî 5 pêşangeh li dar xistine.
Berhemên Rawend bi piranî, di derbarê rewşa Kurdistanê de ne. Bi hemû cûrên jiyanê wê ve: cil û berg, siruşt, rûdanên sîyasî, penaberî û rewşa awarte piştî DAIŞ'ê.
Xewnên Rawend mezin in ku ew bi rêya kamêea xwe dikare bigiheje cîhanê û çîroka xwe ya Kurdî ji bîyanîyan re bide nasîn.
Hezkirina wî ji hunerê re, hemû êş û azeran li ber wî radike û hêsan dike.
Hêvîyên wî ew in ku Kurd guhdanê bi hunera gêncên xwe bikin û bi taybetî wênekêşîyê ku geş û serkeftî bibe.