Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reîsî Dibêje Danûstandinên Vejandina Peymana Navokî Divê Emcamdar Bin


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokê tundrê yê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Duşemê ragihand ku, Îran piştgirîyê dide danûstandinên bi şeş hêzên mezin yên bo vejandina peymana navokî.

"Em li ser danûstandinên yên ku jibo encamê têne kirin cidî ne. Heke Amerîkî cidî ne, divê ew toleyên neheq li ser Îranê rakin, " Reîsî ji televîzyona dewletê re got.

Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka ji peymanê vekişandibû û dijî Îranê toleyên nû yên tund ragihand.

Di meha Nîsanê de, Îran û şeş hêzan dest bi danûstandinan kirin ku peymanê jinûve bi bandor bikin.

Danûstandin, di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin piştî ku li Îranê Îbrahîm Reîsî bû serokkomar.

Hêzên rojavayî ji Îranê dixwazin ku vegere danûstandinan û hişyarî didin ku dem diqede jiber ku bernameya navokî ya Tehranê derdikeve derveyî sînorên peymana navokî.

XS
SM
MD
LG