Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên G20 Ser Rewşa Afganistanê Kom Dibin


Rêberên G20 dê ser alîkarîya bo Afganistanê û fikarên ewlekarîyê yên derbarê wî welatî yên piştî desthilata Talîbanê çêbûne, bi awayekî onlayn bicivin.

Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi bo hilcivînê mazuvanîyê dike û çaverê ye ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres, Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi beşdarî hilcivînê bibin.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell di civîna wezîrên yekîtîyê de da zanîn ku rewişa mirovahî û sosyocivakî ya Afganistanê li ber hilweşînê ye.

Borrell dîyar kir ku bo ew rê li ber krîza mirovahî ya li Afganistanê bigirin ewê piştgirîyê bidin gelê Afgan, lê wan bi ti awayî Talîban hîn nas nekiriye.

Guterres jî ser rewişa Afganistanê bang li dewletên cîhanê kir ku alîkarîyê bo wî welatî bikin.

Berî Talîban kontrola Afganistanê bi dest xwe xe 75 ji sedê mesrefên dewletê ji alîkarîyên navneteweyî dihatin dayîn, lê hikûmet û sazîyên navneteweyî ew alîkarî rawestandin.

Guterres da zanîn ku li Afganistanê banka hatine girtin, li gelek deverên welêt jî xizmetên saxlemîyê û karên din yên bingehîn hatine sekinandin.

Wî dîyar kir ku nabe ku gelê Afgan jiber şaşîyên Talîbanê were ceza kirin.

XS
SM
MD
LG