Lînkên eksesibilîtî

Pentagon: Rêberê DAIŞ'ê yê Afganistanê Hate Kuştin


Leşkerên Afgan li Kunarê

Pentagon’ê îro Înê ragihand ku rêberê DAIŞ'ê yê Afganistanê, Ebû Sayed, di êrîşeke li herêma Kunarê de hatîye kuştin.

Berdevka Pentagonê Dana White bi daxuyanîyekê dîyar kir ku êrîş roja Sêşemê li dar ketîye û hin çekdarên din yên Dewleta Îslamî hatine kuştin.

Ji 2016’an vir ve, tevî Sayed sê rêberên DAIŞ’ê yên Afganistanê hatine kuştin.

Rêberê berê yê DAIŞ’ê, Abdul Hasib di operasyoneke hevpar ya Amerîka û Afganistanê de, di 27’ê Nîsanê de li herêma Nangarharê hatibû kuştin. Rêberê berî wî, Hafiz Saîd Xan jî di sala 2016’an de, di erîşeke drone ya Amerîka de hatibû kuştin.

Rêxistina herêmî ya DAIŞ’ê, ku bi navê Dewleta Îslamî ya Xorosanê (ISIS-K) jî tê zanîn, ji 2015’an vir ve li Afganistanê çalak e û bi Talîban, hêzên hikûmeta Afgan û yên Amerîka re cengê dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG