Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Komarî yê Senatê: Divê Pêşnîyara Muhleta Kêmkirina Bacan Derbaz Be


Rêberê Komarî yê Senatê: Divê Pêşnîyara Muhleta Kêmkirina Bacan Derbaz Be

Rêberê Civata Senatorên Amerîkî Mitch McConnell bang li Civata Nûneran dike ku pêşnîyara muhleta kêmkirina bacan jibo 2 mehên din dirêjtir bike, ku Senato hefteya çûyî pejirandibû.

McConnell di daxuyanîyeke de îro Pêncşemê got, divê Civata Nûneran pêşnîyarê bipejîrîne ku her wiha, muhleta bîm(sîgorta)a bêkarîyê û bîma saxlemîya kalûpîran jî dirêjtir dike.

Mitch McConnell her wiha got, divê Rêberê Piranîya Demokratîk yê Senatoyê, Harry Reid hîn endaman destnîşan bike ku di danûstandinên li pêşnîyareke din ya dirêj-demî bixebitin.

Qesra Sipî dibêje, baca 160 mîlyon Amerîkî dê salane bi qasî 1.000 dolaran zêde be, eger Civata Nûneran vê pêşnîyarê, heta dawîya salê erê neke.

XS
SM
MD
LG