Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hevrik li Îranê Desteser e


Rêberê Hevrik li Îranê Desteser e
Rêberê Hevrik li Îranê Desteser e

Malpereka komela hevrik li Îranê (Sahamnews.org) dibêjit, karbidestan, rêberê komela hevrik, Mehdî Kerubî di mal da desteser kirye, piştî ku daxwaza xwenîşadanekê kirî bo piştevanî kirina serhildanan li Misirê û Tunisê.

Ew malper dibêjit, hêzên parastinê li derveyî mala Kerubî li Tehranê rêk neda zarok û endamên din yên malbata wî roja Pêncşembî ji mal derkevin.

Roja Çarşembî, dozgerê giştî yê Îranê got, ermanc ji daxwaza Kerubî û rêberê hevrik Mîr Husên Mûsewî ku roja Duşembî xwenîşandanan biken, jêkcuda kirina Îranîyan e.

Karubî û Mûsewî got, wan daxwaza destûriyê xwenîşadanan kirye bo piştevanî kirina serheldanên vê dawiyê dijî hikûmetê li welatên Erebî.

Her du rêberan, xwenîşandanên mezin rêkxistin piştî helbijartinên serokatiyê beramberî Serok Mehmûd Ahmedînejad li sala 2009 li Îranê ser nekeftîn. Wan got, fenûfêl di helbijartinan de hatibûn kirin lê, hikûmeta Îranê wê gotinê înkar dike.

XS
SM
MD
LG