Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Amerîka û Tirkîyê Behsa Rewşa Sûriyê Kirin


Rêberên Amerîka û Tirkîyê Behsa Rewşa Sûriyê Kirin
Rêberên Amerîka û Tirkîyê Behsa Rewşa Sûriyê Kirin

Hêzên parastina Sûrî şeş kes kuştine di nav êrîşên cuda de, li wextekê ku Serokê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Edogan kom bûn bo behs kirina pêdvîya zêdekirina fişarê li ser Serok Beşar El-Esed ku tepeserkirina xwînavî rabigre.

Seraya Spî dazanîn, rêzdar Obama û rêzdar Erdogan li kombûna xwe hev bîr bûn û hizrê li ser egera pêngavên nû dikin û dibe ku cezayên nû, fişarên siyasî û pêngavên din li dijî Sûriyê
bigire xwe.

Kuştinkariya roja Sêşembî demekê çêbû ku serbazên hikûmetê yên bi giranî çekdar li nêzîk Şamê û li parêzgeha Homs li navenda welatî mal bi mal geriyan, ku her du cih navenda serhildana li dijî Serok Esed in. komelên mafên mirov û ragihandina Sûrî ragihand ku kesên çekdar du polîs kuştine.

XS
SM
MD
LG